Şarkı sözleri

Em dixwazin bialimin zimanê xwe em naxwazin bialimin zimanê Tirkî, zimanê Tirkî xera dikê mirov, mirov dixwazi zimanê xwe bielimi Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e Şirîn û xweş e zimanê Kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e Letîf û naz e zimanê Kurdî Ne bi almanî û îngilîzîn û ne bi fransî Em perwerdehiya xwe dixwazin bi zimanê zikmakî Ne bi farisî, ne bi erebî û ne bi tirkî Zimanê me, zimanê kurdî bikin zimanekî fermî Bi feyilî, goranî, dimilkî, soranî, kurmancî Her herêm, her devok her zaravayekî Binvîsênin, bixwênin, bifikirin, bipeyvin Çi pêwist dike bikim ji bo na azadîya zimanê min Zimanên me dibêjin em hebin yan nebin Zimanên me dibêjin dibêjin em kurd in êdî bes e Hew dikarin çanda me înkar bikin Êdî bes e, divê em êdî lê xwedî derkevin Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e Şirîn û xweş e zimanê Kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e Letîf û naz e zimanê Kurdî Em fedî dikin, qiymet nadin bikaranîna ziman Kompleksekî me heye erê bêguman naye qebûl kirin Em çanda xwe bi xwe bikujin dev ji nûçeyên wan Û dev ji dîzîjên wan berd in divê em êdî li televîzîyonên kurdan temaşe bikin Pirtûk, kovar û rojname her roj bixwînin Li Muzîka kurdî guhdar bikin govenda kurdî bileyîzin Divê wek kurdîya çapemenî ye kurdîya xwe peşbixin Û ne bi tenê bi bikaranîna peyvên rojane bi her awahî ziman e Yekîtîya me bila bizanibin em hene û zimanê me heye Zimanê me nasname, dirok û hebûna me ye Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e Şirîn û xweş e zimanê Kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e Letîf û naz e zimanê Kurdî Bi kurdî ji me re digotin em jî bi kurdî dibêjîn Bi kurdî dipeyivin deng dikin û diaxifin Bi kurdî qise dikin şorê dikin û diştexilin Bi kurdî xeber didin û bi kurdî dua dikin Bi kurdî sohbet dikin çêr dikin û sixêf dikin Bi kurdî gazî dikin û daxuyanî didin Bi kurdî pistepist dikin û bi kurdî diqîrênin Bi kurdî, bi kurdî em bi kurdî, distrênin Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e Şirîn û xweş e zimanê Kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e Letîf û naz e zimanê Kurdî Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e Şirîn û xweş e zimanê Kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e Letîf û naz e zimanê Kurdî
Writer(s): Can Canatan, Helexi Serhad Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out