Credits
PERFORMING ARTISTS
Serhado
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Serhado
Songwriter
Can Canatan
Composer
Songtexte
Em dixwazin bialimin zimanê xwe em naxwazin bialimin zimanê Tirkî, zimanê Tirkî xera dikê mirov, mirov dixwazi zimanê xwe bielimi
Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e
Şirîn û xweş e zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Letîf û naz e zimanê Kurdî
Ne bi almanî û îngilîzîn û ne bi fransî
Em perwerdehiya xwe dixwazin bi zimanê zikmakî
Ne bi farisî, ne bi erebî û ne bi tirkî
Zimanê me, zimanê kurdî bikin zimanekî fermî
Bi feyilî, goranî, dimilkî, soranî, kurmancî
Her herêm, her devok her zaravayekî
Binvîsênin, bixwênin, bifikirin, bipeyvin
Çi pêwist dike bikim ji bo na azadîya zimanê min
Zimanên me dibêjin em hebin yan nebin
Zimanên me dibêjin dibêjin em kurd in êdî bes e
Hew dikarin çanda me înkar bikin
Êdî bes e, divê em êdî lê xwedî derkevin
Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e
Şirîn û xweş e zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Letîf û naz e zimanê Kurdî
Em fedî dikin, qiymet nadin bikaranîna ziman
Kompleksekî me heye erê bêguman naye qebûl kirin
Em çanda xwe bi xwe bikujin dev ji nûçeyên wan
Û dev ji dîzîjên wan berd in divê em êdî li televîzîyonên kurdan temaşe bikin
Pirtûk, kovar û rojname her roj bixwînin
Li Muzîka kurdî guhdar bikin govenda kurdî bileyîzin
Divê wek kurdîya çapemenî ye kurdîya xwe peşbixin
Û ne bi tenê bi bikaranîna peyvên rojane bi her awahî ziman e
Yekîtîya me bila bizanibin em hene û zimanê me heye
Zimanê me nasname, dirok û hebûna me ye
Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e
Şirîn û xweş e zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Letîf û naz e zimanê Kurdî
Bi kurdî ji me re digotin em jî bi kurdî dibêjîn
Bi kurdî dipeyivin deng dikin û diaxifin
Bi kurdî qise dikin şorê dikin û diştexilin
Bi kurdî xeber didin û bi kurdî dua dikin
Bi kurdî sohbet dikin çêr dikin û sixêf dikin
Bi kurdî gazî dikin û daxuyanî didin
Bi kurdî pistepist dikin û bi kurdî diqîrênin
Bi kurdî, bi kurdî em bi kurdî, distrênin
Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e
Şirîn û xweş e zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Letîf û naz e zimanê Kurdî
Bi xemil û rewş e, şêrîn û xweş e
Şirîn û xweş e zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Letîf û naz e zimanê Kurdî
Writer(s): Can Canatan, Helexi Serhad
Lyrics powered by www.musixmatch.com