Lyrics

Hey gidî dinyayê Dinya bi xweşî û bi zilm! Ma qey tu têra însana nakî? Te însanên xweş û delal çêkir û afirandiye Bo çi çavê însanan bar û têr nabe? Geh li ser te xweş dikin Û geh dûman û ewrê reş û tarî bi ser te de dibarînin Hevdû diqelînin Hey gidî însan! Bo çi çavê te têr û bar nabe? Ma rûkê dinyayê têra te nake? Pêr li Nagasakî, Hiroşîma Duh li Vîetnamê Û îro li Kurdistanê Ma Helebce hindik e? Sal 1988, meha Adarê Gulê Newrozê dîsa dipişkivîn Ewrên reş û tarî bi ser Newroza da hatin Be kêf û şâhî, bê xweşî Newroza disa serê xwe xar kirin Û tovê xwe berra binê erdê dan Ji bo carek din şîn werin Wey lo lo Wey lo lo Lo wey lo lo Ezê daketim kel û kaşxanan Ezê daketim serê birc û van dîwaran Ezê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in Ax de wey lo lo Lo wey lo lo Lo wey lo lo Dîsa bombe û baran e Her derê girtî mij û dûman e Dîsa nalenala birîndaran e Dengê dayika tê li ser lorîkê wan e Bavik bi keder xwe davêje ser zarokan e Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e Ax birîndar im, wey lo lo wey lo Hey lê lê Wey lê lê Ferman e ûy Hawar, hawar, hawar, hawar Dîsa li me ferman e Li jor tête giregir û humehuma bafirok û têyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qîreqîra zarokan, hawara dayik û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek dinê ji caran e Weke Dîyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim, weke Mahabat û weke Berzan e Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebcê Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e Ferman e, ferman e, ferman e, ferman e, ferman e Dîsa hatin qelandin zarok û zêç, tev dayik û bavan e Ax hawar, hawar, hawar Hawar, hawar, hawar Li me ferman e, ferman e, li min ay ay ay ay Ax de ay ay ay ay birîndarê we me ay ay li mino Erê, hey lê lê lê lê lê Erê hey lo lo lo hey lo Lo hey lo lo hey lo lo wey lo Hawar Kurdno, hunê bikin, bilezînin Hunê kaxiz û pênûsekê bibînin, binivsînin Dinya alemê pê bihesînin Serok û rêberên Kurda li hev bînin Bila bi yek bin ji halê me re tiştekî ji dinyayê re binivsînin Bila xelk û alema pê bihesînin Daku çarekê ji halê me Kurda re bibînin Me ji bin vê bindestiyê derînin Hawar, hawar, hawar, hawar, hawar Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin Agir li serê me Kurda dibarînin Ax de ay ay wey lo lo Ax de li min De li min ax, birîndarê we me, ax ax
Writer(s): Sivan Perwer Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out